
Ji Herêma Kurdistanê Salane Zêdetirî 3 Milyar Hêk bo Îraqê Tên Hinartin
Wezareta Çandinî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku her sal zêdetirî 3 milyar hêk û 350 hezar ton goştê mirîşkan bo navîn û başûrê Îraqê tên şandin.
Wezareta Çandinî ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku sektora mirîşkan li herêmê bi temamî gihîştiye asta xwe-dabînkirinê. Berdevkê wezaretê Qareman Qadir da zanîn ku berhemanîna salane ya hêkan gihîştiye nêzîkî 4,5 milyar hêkan û berhemanîna goştê mirîşkan jî bûye sê qatê pêdiviya navxweyî.
Bi saya vê şiyana berhemanînê, her sal zêdetirî 3 milyar hêk û 350 hezar ton goştê mirîşkan bo navçeyên navîn û başûrê Îraqê tên şandin. Qadir tekez kir ku biryara rêveberiya Bexdayê ya rakirina gumrika li ser berhemên mirîşkan ên ji welatên biyanî tên îthalkirin, hilberînerên xwecihî xistiye rewşeke zehmet.
Wezareta Çandinî bi biryareke nû ya mecbûrî armanc dike ku saziyên giştî yên wekî hêzên ewlehiyê, nexweşxane û girtîgehan pêdiviyên xwe yên xurekê rasterast ji cotkarên xwecihî bikirin û bi vî awayî bazareke ewle bo hilberînerên xwecihî ava bike.
Çavkanî: Kurdistan24