PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Siyaset
Siyaset

Êrişên li Ser Herêma Kurdistanê di Sederiya Parlamena Ewrûpayê de Ne
Nûnerê Herêma Kurdistanê ê YE Dr. Dilawer Ajgeyî di serdana xwe ya Parlamena Ewrûpayê ya li Brukselê de êrişên mûşek û firokeyên bêfirokevan ên li ser herêmê û pêwîstiya piştevaniya navneteweyî anî ziman.

Nûnerê Herêma Kurdistanê ê YE Dr. Dilawer Ajgeyî û heyeta ligel wî ji aliyê endama Grûpa Sosyalîst û Demokratan (S&D) ya Parlamena Ewrûpayê Georgina Teodorescu ve hatin pêşwazîkirin û wan rapora êrişên mûşek û firokeyên bêfirokevan (SÎHA) yên li ser herêmê pêşkêş kir.

Ajgeyî teqez kir ku van êrişan bûn e sedema kuştina mirovan û zerarên aborî. Her wiha da zanîn ku Herêma Kurdistanê ne aliyekî şer û qeyranên li Rojhilata Navîn û Iraqê ye, lê dîsa jî dibe hedefa van êrişan.

Ajgeyî dyar kir ku herêm yek ji stûnên sereke yên aramî û ewlehiyê ye û dê siyaseta xwe ya aştiyane bidomîne da ku bibe navenda aramî û jiyana hevbeş. Wî destnîşan kir ku ji bo derbazkirina van dijwariyan, zêdekirina piştevaniya Yekîtiya Ewrûpa û civaka navneteweyî gelekî giring e.

Georgina Teodorescu rola Herêma Kurdistanê ya di peydakirina aramiya herêmê de bilind nirxand, piştevaniya xwe ji bo gel û hikûmetê diyar kir û amadehiya xwe nîşan da ku di bin banê Parlamena Ewrûpayê de proje û planên kar yên hevbeş pêş bixin.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler