
Koma Berhemên Şîrî ya Herêma Kurdistanê ZOM Xelatek Navdewletî Wergirt
ZOMê di warê sêwirana ambalajê û ragihandina marqeyê de xelata Top/Com Grands Prix Consumer 2026 wergirt.
ZOM, ku li Herêma Kurdistanê şîrê bi hezaran hilberînerên herêmî dixebitîne û berhemên mîna mast, penîr, dew û qeymakê çêdike, di kategoriya sêwirana ambalajê û ragihandina marqeyê de ji bo xelata binavudeng Top/Com Grands Prix Consumer 2026 hat hilbijartin. Rêveberê Şîrketê Ebdulezîz Şêrwanî diyar kir ku ev xelat bi saya kampanyayên serkeftî yên danasînê, derxistina berhemên nû, sêwirana nûjen a ambalajê û ragihandina bandordar a bi xerîdaran re hatiye wergirtin.
ZOM bi saya 28 navendên komkirina şîr ku li herêmên cûda hatine ava kirin, mesrefên veguhastinê yên cotkaran kêm dike û çavkaniyeke dahatê ya bi rêkûpêk û ewledar ji bo gundiyan peyda dike. Li kargehê zêdetirî 400 karmend dixebitin û 3,367 cotkar rastrast dahatê ji vê projeyê bi dest dixin. Di mehên biharê de mîqdara şîrê ku rojane tê xebitandin digehêje 40 tonî.
Kargeha wê ku di sala 2020an de bingeha wê hatibû danîn û di 30ê Gulanê 2023an de ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve bi fermî hatibû vekirin, li navçeya Mêrgasorê ya ser bi herêma Barzan kar dike.
Çavkanî: Kurdistan24