PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Tenduristî & Werzîş
Tenduristî & Werzîş

Li Hewlêrê 1emîn Foruma Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê û Fransayê dest pê kir
Foruma ku bi hevkariya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê û Fransayê li Hewlêrê tê lidarxistin, armanc dike ku hevkariya di navbera her du aliyan de di warê tenduristiyê de kûrtir bike.

Li Hewlêrê 1emîn Foruma Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê û Fransayê dest pê kir

Foruma ku bi hevkariya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê û Fransayê li Hewlêrê tê lidarxistin, armanc dike ku hevkariya di navbera her du aliyan de di warê tenduristiyê de kûrtir bike.

"1emîn Foruma Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê û Fransayê" ku bi hevkariya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, Konsolosxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê û Yekîtiya Xizmetguzariyên Tenduristiyê ya Fransayê (French Healthcare) hatiye organîzekirin, li paytext Hewlêrê dest pê kir. Di forumê de Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Serokê Ofîsa Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî, nûnerên dîplomatîk, bijîşkên pispor û berpirsên kompanyayên tenduristiyê yên navneteweyî amade bûn.

Armanca sereke ya forumê ew e ku di navbera dezgehên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê û navendên bijîşkî yên pêşeng ên Fransayê de hevkariyeke rasterast bê avakirin. Di çalakiyê de mijarên wekî parvekirina pêşketinên herî dawî yên bijîşkî, veguhastina teknolojî û modelên dermankirinê yên pêşketî yên Fransayê, perwerdekirina kadroyên tenduristiyê û bilindkirina kalîteya xizmetguzariyan hatin gotûbêjkirin.

Hat tekez kirin ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de digihîje hevkariyên mirovî yên sala 1991ê, vekirina Konsolosxaneya Giştî ya li Hewlêrê di sala 2008an de û piştgiriya ku ji bo hêzên Pêşmerge li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê hatiye kirin. Ev forum ku yekem car e li Hewlêrê tê lidarxistin, armanc dike ku hevkariya dîplomatîk û ewlehiyê ya kevneşopî ya di navbera her du aliyan de, ber bi warê tenduristî û dermankirinê ve jî bê berfirehkirin û hevkariya stratejîk kûrtir bibe.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler