
Lêkolîna Cambridge: Neandertalê li Şkefta Şanidarê bi rimê darîn hat kuştin
Paleoantropologê Zanîngeha Cambridge Dr. Emma Pomeroy eşkere kir ku îskeletê Neandertalê yê 75 hezar salî yê li Şkefta Şanidarê hatiye dîtin, ji ber birîna rima darîn a li ser milê wî yê çepê miriye.
Paleoantropologê Zanîngeha Cambridge Dr. Emma Pomeroy sedema mirina îskeletê Neandertalê yê 75 hezar salî yê li Şkefta Şanidarê hatiye dîtin û bi navê "Şanidar A" tê naskirin, eşkere kir.
Pomeroy diyar kir ku li ser milê çepê yê îskeletê birîneke rima darîn heye ku nêzîkî dema mirinê hatiye lêdan û ev birîn neketibû pêvajoya başbûnê; ev yek jî nîşan dide ku mirin di demek kurt de pêk hatiye.
Her wiha, li ser rûyê îskeletê şopa derbeke giran û şikestina yek ji diranên wî yên pêşîn, nîşana du bûyerên cuda yên travmayê ne. Pomeroy tekez kir ku ji ber ku serê rimê kuneke gilover hiştiye û perçeyên hestî hatine dîtin, çek ji dar bûye; rimên bi serê kevirî şopên wiha nahêlin.
Her çend ne diyar be ku birîn êrîşeke bi zanebûn bûye yan qezayeke nêçîrvaniyê, Pomeroy got ku ji ber ku rimên bi vî rengî pêwîstî bi bikaranîna ji dûrahiya yek yan du metreyan heye, ew difikirin ku ev bûyer dibe ku êrîşeke bi zanebûn be.
Çavkanî: Rûdaw