
Ji Kurdistan24ê ji bo Lîga Stêrkên Iraqê Xelata Yeketiya Yedek û Têreniya Futbolê ya 2026an
Kurdistan24 li Lîga Stêrkên Iraqê bernameyeke ku dê baştirîn lîstikvanê yedek ê heftiyê xelat bike û di sala 2026an de jî ji bo pîrozkirina baştirînên futbola Kurdistanê tûreniyeke mezin dide destpêkirin.
Kurdistan24 projeyekê dixe nav jiyanê ku dê di Lîga Stêrkên Iraqê de baştirîn lîstikvanê yedek ê heftiyê diyar bike û xelateke taybet bide wî. Di lîgê de yaneyên futbolê dikarin di her yariyê de pênc guhertinên lîstikvanan bikin û her lîstikvanê yedek ê ku bandorê li encama yariyê bike, dê bibe xwediyê xelata heftane ya Kurdistan24ê.
Her wiha Kurdistan24 dê di sala 2026an de ji bo diyarikirina baştirînên futbola Kurdistanê tûreniyeke mezin, profesyonel û taybet saz bike. Ev organîzasyon mîna Ballon d'Or û tûreniyên xelatê yên herî naskirî yên cîhanê wekî çalakiyeke berfireh tê plankirin û armanc dike ku navên herî serkeftî yên di futbola Kurdistanê de xelat bike.
Çavkanî: Kurdistan24