PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Kurdistan
Kurdistan

Di Salvegera 11an a Kurdistan24ê de ji Berpirsên Bilind Peyamên Pîrozbahiyê
Berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û Iraqê, salvegera 11an a damezrandina Kurdistan24ê pîroz kirin.

Di Salvegera 11an a Kurdistan24ê de ji Berpirsên Bilind Peyamên Pîrozbahiyê

Berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û Iraqê, salvegera 11an a damezrandina Kurdistan24ê pîroz kirin.

Saziya Lêkolîn û Medyayê ya Kurdistan24ê, piştî ku di 31ê Cotmeha 2015an de hatibû damezrandin, salvegera xwe ya 11an pîroz kir. Gelek berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û Iraqê, xeta nûçeyan a ewle, etîka weşanê û helwesta saziyê ya di parastina rastiyê de bilind nirxandin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Hama Seîd diyar kir ku Kurdistan24 li cihê ku li pey zêdekirina dîtinan be, bala xwe dide ser etîka weşanê û kalîteya bilind a naverokê û got: "Tevî ku li Kurdistanê gelek saziyên medyayê hene jî, ji bo ku ez ji rastiya nûçeyan piştrast bim, çavkaniya min a sereke û ewle her dem Kurdistan24 e."

Peyvdarê Wezareta Parastinê ya Iraqê Tumgeneral Yehya Resûl karmendên saziyê pîroz kirin û bal kişand ser ku divê medya zimanekî hevgirtî û neteweyî bi kar bîne. Resûl got: "Divê hemû saziyên medyayê dijî wan aliyan rawestin ku dixwazin raya giştî ya Iraqê bixapînin û agahiyên xelet belav bikin. Ez xeta weşanê ya Kurdistan24ê ya rast, biprînsîp û serkeftî teqdîr dikim."

Serokê Encumena Parêzgeha Hewlêrê Elî Reşîd Xoşnaw jî tekezz kir ku Kurdistan24 ne tenê kanala nûçeyan e, lê ew pir e ku hişmendiya civakî zêde dike, kultura jiyana hevpar bişdide û dengê Kurdistanê digehîne herêmê û cîhanê. Xoşnaw diyar kir ku saziyê wêne û teknolojiyên nû yên dijîtal bi etîka rojnamevaniyê re bi serkeftî bi kar anîne û bi pênc zimanên zindî weşanê dike û dengê statuya destûrî ya herêmê digehîne hemû aliyan.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler