PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Gündem Görüş
Görüş

KURDISTANA SOR KURDÊ ARÎ
Girîngîya wê ya stratejîk ji bo Kurdistana mezin.

KURDISTANA SOR KURDÊ ARÎ

Girîngîya wê ya stratejîk ji bo Kurdistana mezin.

Kurdistana Sor, Kurdê Arî berî zayînê di sala 6000an de li qiraxa çemê Arezê û çemê Kûr de jîyan kirîn e.

Kurdistana Sor beşek ji Kurdistana mezin e.

Piştî dewleta Medyayê, dewleta Ahamenîş ava dibe di nava salên 330 û 323'an de Îskender ê mezin yê Makedonî Kurdistanê dagir dike û dewleta Ahamenîş hildiweşîne, wê demê Qiralê Kurd Atropaten bi alîkariya Îskender ê mezin di sala 323 de dewleta xwe dewletek Kurd ava dike û ev dewlet heta dawîya zayînê 226'an nezikî 500 sal hebûna xwe berdewam kirine.

Di sala 610'an de dema islamiyet çê bû Berîya îslamîyetê di sala 590'î de Kurdê Xirîstiyan Dewleta Mîranî li Kurdistana Sor de ava kirine.

Di sedsala 8 û 9'an de dewleta Deysemî ku ji aliyê Îbrahîm bin Deysem ve hat damezrandin.

Lî Kurdistana Sor de hebûna xwe berdewam kir û paytexta xwe bi navê îro bajarê Berde bû.

Di sala 861 de Kurda li Kurdistana Sor de dewleta Şîrvanşah avakirine û heta sala 1538'ê hebûna xwe berdewam kirine.

Dewleta Şîrvanşah ji alîyê sê xenedanan ve dihat birêvebirin.

Mezyedî 861--1027

Kesranî --1027--1382

Derbendiler 1382--1538

Di sala 951'î de Kurda li Kurdistana Sor de dewleta Şeddadiyan avakirine û ev dewlet heta sala 1199'an hebûna xwe berdewam kirine.

Di sala 955'an de Kurda li Kurdistana Sor de dewleta Revvadîyan avakirine, ev dewlet heta sala 1071'ê hebûna xwe berdewam kirine.

Dîsa dewletek Kurd Sadakî li rojhilatê Kurdistanê Ûrmiye hatibû damezrandin.

Sadakîyan di nava salên 820 û 822'an de li dijî dewleta Ebasîyan bi serketin û Kurdistana Sor rizgar kirin ev herêm bû beşek dewleta Sadakîyan.

Paşê desthilatdarîya vê herêmê ket destê Tirkan û Kurdistana Sor ji Kurdistana mezin qetandin, sînor kirîn navberê.

Di sala 1923'an de Kurda dîsa Kurdistana Sor ava kirin, heta sala 1930 hebûna xwe berdewam kir.

Mistefa Kemal dostê bolşevîka bû dewleta Tirkiyê û Rûsî bûn yek bi biryara Mistefa Kemal û Stalîn Kurdistana Sor hat hilweşandin.

Di sala 1992 de Kurdistana Sor cara duyemîn dîsa hat avakirin lê mixabin PKK, Ermenistan, Azerbaycan bûn yek paytexta Kurdistana Sor Laçîn dagirkirin û hilweşandin. PKK Kurdistana Sor bi çar mîlyon dolar û bi wesayîtekî çek firotin, xîyanetek mezin li miletê Kurd kirin.

Sînor û çemên kû di Kurdistana Sor re derbas dibin.

Çemê Kûr û Arezê ne.

ÇEMÊ TERTERÊ - çavkaniya xwe ji eyaleta Kelbacerê digire, di ser parêzgehên Ağdere, Terter û Bardê re diherike û diherike çemê Kur.

Çemê Terterê çemên Tutku, Lev Cûdahiya bilindahiya di navbera çavkanî û xala dawiyê de 3117 metre ye.

Li ser kaniya ava Sersengê ava Sersengê hate çêkirin.

Xaçîncay - koka xwe ji navçeya Kelbecarê digire.

ÇAYA BERGÛŞADÊ (Bazarçay) - ji parêzgehên Kelbecer, Kubatlı û Zengîlan re derbas dibe, diherike Çemê Arazê. Ew çemê çepê yê Arezê ye û dirêjahiya wê 164 km ye.

Çekên biçûk Ağa, Bahtiyarlı û Davudlu di Kubadlı re derbas dibin.

ÇEMÊ HEKERÎ - çavkaniya xwe ji bilindahiya 3080 m ya parêzgeha Laçînê digire, di nav parêzgehên Kubadlî û Zengîlanê re derbas dibe. Ew çemê çepê yê Arezê ye û dirêjahiya wê 128 km ye. Cûdahiya bilindahiya di navbera çavkanî û xala dawî de 2812 m ye.

OKÇUÇAY - çavkaniya xwe ji çiyayên Zengezûrê (Çiyayê Kapıcık) digire û di eyaleta Zengîlanê re derbas dibe. Ew çemê çepê yê Arezê ye û dirêjahiya wê 85 km ye.

STREAM GARGAR - çavkaniya xwe ji Şûşa bi bilindahiya 2080 m digire û di parêzgehên Xankendî, Xocaly, Kelbecer û Agjabedî re derbas dibe. Çemê Gargarê ji kombûna çemên Zarisli û Halfelî pêk tê.

Cûdahiya bilindahiya di navbera çavkanî û xala dawî de 2080 m ye. Parçeyên sereke; Ballıca, Bedere, Dağdağan hwd.

Kurdistana Sor ji bo Kurdistana mezin xwe digîhîne deryaya Xezerê û deryaya Reş, ji ber vê yekê ji bo Kurdistana mezin xwedî stratejî û girîngiyeke mezin e.

Pêwiste ku her Kurd bizanibin niha Kurdistan ji 5 beşan pêk tê.

Pênç beşê Kurdistanê ne.

Wek Serokê Kurdistana Sor brêz Wekîl Mustafayev gotîye ger Kurdistana Sor xeyal be hemû Kurdistan xeyal e.

Welatê mirov tû caran nabe xeyal.

Shamil Teymurov

17.10.2026

İlgili haberler