
Govarê kurd Elî Riza Beyranvend bû Yekemîn Lîstikvanê Sala Asyayê
Elî Riza Beyranvend ji aliyê AFCyê ve wek Lîstikvanê Herî Baş ê Asyayê yê Sala 2026an hat hilbijartin.
Govarê Tîma Neteweyî ya Îranê û klûba Traktorsaziyê Elî Riza Beyranvend, ji aliyê Konfedirasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) ve Xelata "Lîstikvanê Herî Baş ê Asyayê yê Sala 2026an" wergirt. Beyranvend ê ku xelata xwe di merasîma li Bangkokê de girt, ji sala 1994an û vir ve bû yekem govar ê ku vê xelatê distîne û çû di dîrokê de.
Beyranvend bi derbaskirina stêrkên Erebistana Siûdî Salem Al‑Dawsari û Firas Al‑Buraikan em nav û nîşanê bilind bi dest xist. Piştî Xudadad Ezîzî, Elî Dayî, Mehdî Mehdavîkiya û Elî Kerîmî, ew bû pêncemîn lîstikvanê îranî ku vê xelatê werdigire.
Di merasîma xelatkirinê de dîsa Kim Kyong‑yong a ji Korêya Bakur wek Lîstikvana Jin a Sala Asyayê û Ryunosuke Sato yê japonî jî wek Lîstikvanê Ciwan ê Herî Baş ê Salê hatin hilbijartin.
Çavkanî: Kurdistan24