
Li Sala 1885an li Koleja Bijîşkî ya Jinan a Pennsylvaniyayê bijîşka Kurd Sabat Îslambulî û du jinên pêşeng
Yekem bijîşka jin a naskirî di dîroka Kurdan de Sabat Îslambulî, di wêneyekî sala 1885an de tevî bijîşkên jin ên Japonî û Hindî cih digire.
Wêneya dîrokî ku di 10ê Çiriya Pêşîn a 1885an de li Koleja Bijîşkî ya Jinan a Pennsylvaniyayê hat girtin, sê jinên pêşeng ên Kurd, Japonî û Hindî di yek wêneyî de nîşan dide. Sabat Îslambulî ku di wêneyî de bi cil û bergên xwe yên kevneşopî li aliyê rastê ye, wek yekem bijîşka jin a Kurdan tê naskirin.
Sabat Îslambulî ku di sala 1867an de ji dayik bûye, di sala 1885an de di wê kolejê de hat qebûlkirin. Wê perwerdeya xwe ya dijwar a bijîşkiyê temam kir û piştî mezûnbûnê destpêkê çû Şamê û paşê çû Qahireyê û xebatên xwe yên bijîşkiyê berdewam kirin. Wê di sala 1941ê de jiyana xwe ji dest da.
Kei Okami (Japonya) û Anandibai Joshi (Hindistan) ku di wêneyî de li gel Sabat Îslambulî ne, li welatên xwe di nav yekem bijîşkên jin de ne ku rê li ber perwerdeya jinan a di warê bijîşkiyê de vekirine. Van sê jinan astengiyên civakî yên sedsala 19an derbas kirin û di warê zanist û bijîşkiyê de bûn mînak ji bo nifşên paşerojê.
Çavkanî: Kurdistan24