
Partiyên Kurd Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê ragihandin
Bi konferansa ku li Amedê hat lidarxistin, partiyên siyasî yên Kurd wê hevbendiya ku di 7ê Mijdara 2026an de ava kiribûn, di 9ê Mijdarê de eşkere kirin.
Di encama konferansa ku îro li Amedê hat lidarxistin de, partî û pêkhateyên siyasî yên Kurd, Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) ya ku di 7ê Mijdara 2026an de hatibû avakirin, di 9ê Mijdara 2026an de ji raya giştî re ragihandin.
Daxuyaniya çapemeniyê û danasîna hevbendiyê, li Otela Mîtanî ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê hat kirin. Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, daxuyaniya encamê xwend.
Di dawiya konferansê de, Meclîseke ji 51 kesan ku ji nûnerên hevbendiyê pêk tê hat hilbijartin û di rojên pêş de Lijneyeke Rêveber a ji 9 kesan dê bê diyarkirin.
Çavkanî: Kurdistan24