
Hunermenda Kurd Ferîde Narîn li Fransayê xelata madalyaya zîv wergirt
Akademiya Huner, Zanist û Wêjeyê ya Fransayê, hunermenda Kurd Ferîde Narîn bi madalyaya zîv a di warê Hunerê Dîjîtal de xelat kir.
Hunermend, nivîskar û wênesaz Ferîde Narîn, ji aliyê Akademiya Huner, Zanist û Wêjeyê (Arts-Sciences-Lettres) ya Fransayê ve li Parîsê di merasîmekê de bi madalyaya zîv hat xelatkirin. Di vê xelata bi rûmet de ku ji sala 1915an ve ji kesên nûjen û bandorker re tê dayîn, Narîn bû yekane hunermenda ku di warê Hunerê Dîjîtal (Digital Art) de madalyaya zîv wergirt.
Narîn li bajarê Neuville-de-Poitou yê Fransayê dijî û li atolyeya xwe ya bi navê "Narin'art" ku damezrînera wê ye, xebatên xwe didomîne. Narîn ligel wênesazî û nivîskariyê, xwediyê unvana terapîsta hunerê ye û bi rêxistinkirina perwerdeya hunerî ji bo zarok û mezinan, alîkariya pêşxistina afirîneriya kesan dike. Her wiha ew di gelek dezgehên çapemeniyê de wekî nivîskara mêvan qunciknivîsiyê dike.
Çavkanî: Kurdistan24