
Filma Komediyê ya Kurdî 'Malî Nene' li Utrecht a Hollandayê Tê Nîşandan
Filma komedî û malbatî ya Kurdî 'Malî Nene', di 15ê Mijdara 2026an de li bajarê Utrecht ê Hollandayê di du danişînên taybet de digehêje pêşberî temaşevanan.
Filma Kurdî ya di cureyê malbatî û komediyê de 'Malî Nene', ku bûyerên wê li Kurdistanê derbas dibin, amadekariyê dike ku li bajarê Utrecht ê Hollandayê bi hezkiriyên sînemayê re bicive. Film dê di 15ê Mijdara 2026an roja Yekşemê de di du danişînên taybet de, di navbera saet 14.00‑15.30 û 16.00‑17.30an de bê nîşandan.
Rêveberiya filmê ji aliyê Mihemed Mistefa ve hatî kirin û çêkerê wê jî Bahoz Nesredîn e. Di nava lîstikvanan de hunermendên naskirî yên wekî Sirwan Cemal, Xerman Hîranî, Helwest Cemal, Hêlyan Şêrzad, Hetwan Hêriş, Zîn Rewez û Dêrê Darko cîh digirin.
Film behsa çîroka hevjînên bi navê Mîran û Sêwe dike ku neçar dimînin biçin geştek zanistî ya nediyar û zarokên xwe li cem dapîr û bapîrên wan (nene û dede) dihêlin. Serboriyên komîk û perwerdekar ku zarok di vê demê de dijîn, wekî komediyeke rewşê ku peyamên xurt yên malbatî û perwerdehiyê dihewîne tê nîşandan.
Lîstikvan Sirwan Cemal diyar kir ku film dikare hem ji aliyê zarokan hem jî ji aliyê mezinan ve bi hev re bi kêfxweşî bê temaşekirin.
Çavkanî: Rûdaw