PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Serê sibê saet 08.00’an de polîsan avêtin ser Weşanxaneya Belkiyê
Helbestvanê kurd Rênas Jiyan, bi rêya medyaya civakî ragihand ku polîsan avêtine ser Weşanxaneya Belkiyê.

Serê sibê saet 08.00’an de polîsan avêtin ser Weşanxaneya Belkiyê

Helbestvanê kurd Rênas Jiyan, bi rêya medyaya civakî ragihand ku polîsan avêtine ser Weşanxaneya Belkiyê.

Damezrînerê Weşanxaneya Belkiyê, helbestvan û nivîskarê kurd Rênas Jiyan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku serê sibê saet di 08.00’an de polîsan avêtine ser weşanxaneyê.

Li gorî gotina Jiyan, tîmên polîsan ketine weşanxaneyê, lêgerîn û lêkolîn kirine û piştre ji wir çûne. Jiyan bûyerê wekî pêvajoyeke "valahî" bi nav kir û ev pirs kir: "Ev çawa pêvajoyek e, ev çawa lihevkirinek e?"

Jiyan bi gotina "Zordarî û zext ne çareserî ne. Maf, dad û azadî çareserî ne" bertek nîşanî rewşê da û daxuyaniyeke bi kurdî jî parve kir.

Çavkanî: Bianet

İlgili haberler