
Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Kurtulmuş ragihand ku Komîsyona Şopandina Tirkiyeya bê Teror dê bê avakirin
Kurtulmuş diyar kir ku ji bo diyarkirina hejmara endamên komîsyonê, ew ê li nivîsên fermî binêre.
Serokê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş got ku Komîsyona Şopandinê ya ku tê plankirin li Meclîsê ji bo pêvajoya "Tirkiyeya bê Teror" bê avakirin, dê di demeke kurt de dest bi kar bike. Kurtulmuş diyar kir ku derbarê biryara Partiya Nû ya ji bo neşandina endaman bo komîsyonê de tu bersiveke fermî negirtiye û got, "Ez li nivîsên fermî dinêrim."
Kurtulmuş bal kişand ser wê yekê ku hêj ne diyar e komîsyon dê ji çend endaman pêk bê û ne hewce ye komîsyoneke pir fireh bê avakirin, her wiha bi bîr xist ku komîsyona berê bi 50 endaman dest pê kiribû. Got ku piştî hejmara endaman bê diyarkirin, dê nivîseke fermî bê amadekirin û ji her partiyê re bê şandin û li gorî berteka partiyan dê tevbigerin.
Kurtulmuş da zanîn ku komîsyon dê pêvajoya ku rêveberî dimeşîne li ser navê gel bişopîne, hevkariya di navbera rêveberî û yasayê de misoger bike û pêşketinên derbarê pêvajoyê de bi awayekî şefaf ragihîne raya giştî. Wî anî ziman ku piştgirîdayîna lihevkirina civakî bi agahdarkirinên zelal, şefaf û rêkûpêk girîng e.
Kurtulmuş diyar kir ku xebatên ji bo avakirina komîsyonê gihîştine qonaxa dawî û tekez kir ku mijara "Tirkiyeya bê Teror" ne rîska siyasî an jî rant e, wekî projeyeke dewletê piştgiriyeke mezin dibîne û di vê pêvajoyê de bi awayekî hûr û bi gihîştineke demokratîk pêş ve diçe.
Çavkanî: Kurdistan24