
Dadgeha Laheyê firotina BYD Ti7 li Yekîtiya Ewropayê qedexe kir
Dadgeha Herêmî ya Laheyê biryar da ku modela Ti7 a BYDê mafên sêwirana Land Rover Defender binpê dike û îthalat, hilberîn û firotina wê li seranserê Yekîtiya Ewropayê rawestand.
Dadgeha Herêmî ya Laheyê, di encama doza ku ji aliyê Jaguar Land Rover ve hatibû vekirin de, biryar da ku sêwirana modela Ti7 a BYDê mafên sêwirana tomarkirî yên Land Rover Defender binpê dike.
Biryara dadgehê, qedexekirina îthalat, hilberîn, firotin, depokirin û radestkirina vê modelê li welatên Yekîtiya Ewropayê dihewîne; ev biryar dê hefteyek piştî gihîştina teblîxata fermî bo şaxên BYDê yên li Ewropayê bikeve meriyetê.
Dadgehê ji bo her roja binpêkirinê 100 hezar euro û ji bo her rewşeke binpêkirinê 25 hezar euro cezayê pereyan diyar kir û da zanîn ku dibe cezayê giştî heta 10 milyon euroyan bilind bibe; di rewşa nepejirandina biryarê de ev ceza dê bên sepandin.
BYDê ragihand ku Ti7 sêwiranece serbixwe ye û ti binpêkirina mafên milkiyeta rewşenbîrî tune ye, lewma ew ê li dijî biryarê îtîraz bikin; lê belê di dema pêvajoya temyîzê de qedexe dê berdewam bike. Ev biryar di demekê de hat ku ACEA ragihandibû firotinên BYDê yên li Ewropayê zêdetirî du qat zêde bûne û derbasî astengiya 280 hezarî bûne.
Çavkanî: Kurdistan24