
Li Meletiyê ji bo xanî û kargehên li Battalgazi, Doganşehir û Darende roja 20ê Mijdarê pişke tê avêtin
Li navçeyên Meletiyê Battalgazi, Doganşehir û Darende roja înê 20ê Mijdarê ji bo xanî, kargeh û ofîsan pişke dê bê avêtin.
Serokatiya Veguhertina Bajêr a Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Îklîmê, derbarê xebatên jinûve avakirinê yên li Meletiyê de, salnameya pişkeyê ya hin projeyan eşkere kir. Pişkeyên ku navçeyên Doganşehir, Darende û Battalgaziyê dihewîne, dê roja înê 20ê Mijdara 2026an li ber çavê noterê bên kirin.
Di bernameyê de pişkeya ewil dê saet 14.00an li Erkenek a Doganşehirê bê avêtin û ji bo xwediyên maf ên parselên vala yên di projeya taxên Kınalıtaş û Hürriyetê de, 9 xanî dê bên pişke kirin. Saet 14.15an ji bo 41 kargehên qata zemîn ên li Taxa Hacı Derviş a Darendeyê, saet 14.45an jî ji bo 41 kargehên qata zemîn ên di çarçoveya Projeya Merkez 20 a li Taxa Salköprü ya Battalgaziyê de pişke dê bê avêtin. Saet 15.15an di çarçoveya Projeya Çarşiya Merkez 1 a Battalgaziyê de pişkeya temamkirina ofîsan, saet 16.00an jî ji bo ofîsên di projeyên Merkez 1 (Çarşı), Merkez 48 (Eski Hal), Merkez 49 (Adliye) û Merkez 57 (Otopark) de û ji bo xwediyên maf ên projeyên Merkez 2, Merkez 3, Merkez 4 û Merkez 25ê pişkeya temamkirina ofîsan dê bê kirin.
Pişke dê bi rêya kanala fermî ya YouTubeê ya Serokatiya Veguhertina Bajêr bi awayekî zindî bên weşandin. Xwediyên maf û welatî dikarin encamên pişkeyê ji vê weşana zindî bişopînin.
Çavkanî: Malatya Haber