
Li Mektê pıştî erdhejê di radestkirina veguhastina bajarî de pirsgirêkên belgeyan hatin dîtin
Li Malatyayê di pêvajoya radestkirina mifteyên xanî û cihên kar yên li qadên rezervê hatine çêkirin de, welatî li dijî daxwazkirina gelek belgeyan ji bilî tomarên tapoyê bertekan nîşan didin.
Li Malatyayê ku pıştî erdhejê li qadên rezervê xanî û cihên kar yên nû hatin çêkirin, yekeya ser bi Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê gelek belgeyan ji xwediyên mafan daxwaz dike. Ev rewş di pêvajoya radestkirina mifteyan de bû sedema mexduriyeta welatiyan.
Welatî diyar dikin ku ew neçar hatine hiştin ku ji nêzîkî 10 saziyên cuda belgeyan bidehev û divê bixwe rewiştina nehevhatina agahiyan di van saziyan de bişopînin û rast bikin. Ew dibêjin ku ew kesên ku li gorî tomarên tapoyê milkên wan hatine wergirtin, mafdariya wan hatibû diyakirin û berî çend mehan pişk ji wan re hatibû kişandin, niha ji bo belgeyên zêde yên wekî fatûreya elektrîkê, lewhaya bacê, cîhê rûniştinê û belgeya aboneyê derî bi derî li saziyan digerin.
Beriya her tiştî nerazîbûna herî mezin ew e ku tevî ku tomarên tapoyê yên ku bingeha mafê milkîyêtê ne hene jî, di qonaxa radestkirinê de belgeyên cuda dîsa dikin merc. Welatî bi bîr dixînin ku di firotina asayî ya tapoyê de veguhastina milkîyêtê li ser tapoyê çêdibe, û dipirsin ka sedema daxwazkirina vê qas belgeyan di radestkirina milkên ku di çarçoveya qada rezervê de ji nû ve hatine çêkirin de çi ye.
Xwediyên mafan teqez dikin ku kişandina pişkan li gorî tomarên tapoyê û tespîtkirina mafdariyê hatine kirin, lê di qonaxa radestkirinê de rûbirûbûna dîsa ya bi mercên belgeyan dijberiyeke giran e. Ew diyar dikin ku di rewşa ku mafdarî hatiye misogerkirin de, ew li benda daxuyaniyekê ne ku bingeha qanûnî û îdarî ya van daxwazên belgeyên nû çi ye.
Çavkanî: Malatya Haber