Rojev

Ketina helîkoptereke cureyê S-70 li Yeşilyurta Meletiyê
Li navçeya Yeşilyurt a Meletiyê di saet 18.45an de helîkoptereke S-70 bi sedemeke nediyar ket.
Li herêma Samankoyê ya girêdayî navçeya Yeşilyurt a Meletiyê, derdora saet 18.45an de helîkoptereke cureyê S-70 bi sedemeke ku hê nehatiye zanîn ket.
Piştî agahdarkirina li ser qezayê, gelek tîmên agirkujiyê, tenduristiya lezgîn a 112 û AFADê bo herêmê hatin şandin. Tîman gihîştin bermahiyên helîkopterê û dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin.
Agirê biçûk ê ku piştî qezayê derketibû, bi mudaxeleya bilez a tîmên agirkujiyê hat vemirandin. Lêkolînên rayedarên ewlekarî û leşkerî yên li cihê bûyerê berdewam dikin.
Çavkanî: Kurdistan24