
Li Taxa Koyunoğlu ya Malatyayê Piştî Eredhejê Pirsgirêkên Binesazî û Parkkirina Erebeyan
Toshên taxê pirsgirêkên wekî xerabûna rêyan, kêmasiya binesaziyê, qutbûna înternetê û pirsgirêka daîmî ya parkkirina erebeyan anîn ziman.
Dukandar û welatiyên li Taxa Koyunoğlu ya Malatyayê di daxuyaniyên xwe yên ji bo Busabah Medyayê de diyar kirin ku rêyên ku piştî erdehejê xera dibin, kêmasiya binesaziyê û karên baxçevanî, pirsgirêka daîmî ya parkkirina erebeyan, kêmbûna ewlehiyê di saetên êvarê de, binesaziya kêm a înternetê û nebûna cihên civakî ji bo ciwanan pirsgirêkên wan yên sereke ne.
Yek ji niştecîhên taxê Hasan Çelik diyar kir ku demên baran dibare av diçe hemû cihan û ev tişt ji ber binesaziya temamnebuyî çêdibe: "Cihên avahiyên ku hatine rûxandin nehatine çêkirin, li gelek cihan înşaat hene. Peyyarê wekî rojên erdehejê ne, anku nehatine temamkirin." Seydi Battal Yamadağ jî bal kişand ser qutbûna elektrîk û avê û kêmasiya binesaziya înternetê û got: "Carinan qutbûn çêdibin. Jixwe di taxa me de pirsgirêkên înternetê pir in. Binesazî kêm e."
Pirsgirêka parkkirina erebeyan jî di taxê de wekî yek ji pirsgirêkên herî mezin derket pêş. Bayram Aydın got ku li nêzî rawestgeha taksiyan cihê parkkirinê tune ye û ji ber vê yekê erebe li navenda rê tên parkkirin û bazara ku rojên pêncşemê çêdibe vê pirsgirêkê mezin dike. Seydi Battal Yamadağ jî rewş bi van gotinan anî ziman: "Di taxa me de pirsgirêka parkkirinê pir e. Tevlî ku li dora me erdên vala pir in û erebe li van erdan tên parkkirin jî..."
Çavkanî: Bu Sabah Malatya