Rojev

Li Nisêbîna Mêrdînê tir û otomobîlek li hev qelibîn, 5 kes birîndar bûn
Di qezaya li gundê Çolova yê li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê de, di nav de zarokekî yek salî jî heye, pênc kes birîndar bûn.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê li nêzî gundê Çolova tir û otomobîlek li hev qelibîn. Sedema qezayê hê nehatiye zanîn.
Di qezayê de A. Ö. (34), H. Ö. (33), Y. B. Ö. yê yek salî, C. T. (24) û A. B. (24) birîndar bûn. Bi bandora lêdanê tir wergeriya û barê li ser wê belavî ser rê bû; ev rewş bû sedema astengiya trafîkê li herêmê.
Tîmên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê bûn. Piştî destwerdana ewil, sê ji birîndaran bi ambûlansan û du kesên din jî bi wesayîtên taybet rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Çavkanî: Mardin İletişim Gazetesi