PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li Nisêbîna Mêrdînê di dema xebata rê de otomobîlekê bû sedema mirina karkerekî
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, otomobîlek li karkerên ku xebata rê dikirin da, di encamê de Afif Arasan ê 35 salî jiyana xwe ji dest da û sê kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, otomobîlek ket nav karkerên ku xebata rê dikirin, di encamê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û sê kes jî birîndar bûn. Di bûyerê de otomobîlê pêşî li kamyoneta ku sekinîbû, paşê jî li karkerên li kêleka rê daxistin.

Karkerê ku jiyana xwe ji dest dayî Afif Arasan ê 35 salî bû. Nevzat Ş. û Yaşar Ö. yên ku di qezayê de birîndar bûn, birin nexweşxaneyê û tîmên tenduristiyê ragihandin ku rewşa herdû birîndaran baş e.

Hate ragihandin ku xetereya jiyanê ya ajokendê otomobîlê Ali Can K. berdewam dike. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û lêkolîna li ser hûrgiliyên dema qezayê berdewam dike.

Çavkanî: Amed TV

İlgili haberler