PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li ser rêya Mêrdîn û Nisêbînê du otomobîl li hev qelibîn, kesekî jiyana xwe ji dest da
Li ser rêya di navbera Mêrdîn û Nisêbînê de di encama lihevqelibîna du otomobîlan de kesek mir û sê kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya di navbera Mêrdîn û Nisêbînê de du otomobîlên ku di rê de diçûn li hev qelibîn. Di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da û sê kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina mirovên derdorê, gelek tîmên tenduristiyê yên 112ê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê diyar kir ku kesekî jiyana xwe ji dest daye; birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Cenazeyê welatiyê ku jiyana xwe ji dest dayî anîn morga nexweşxaneyê. Piştî qezayê li ser rê rêzên dirêj yên otomobîlan çêbûn û çûnûhatin ji bo demekê rawestiya. Hêzên ewlehiyê ji bo ku sedema qezayê diyar bikin lêkolîn dan destpêkirin.

Çavkanî: Amed TV

İlgili haberler