Rojev

Li Omeriya Mêrdînê otomobîl û kamyonek li hev dan: 4 birîndar
Li navçeya Omeriya Mêrdînê, otomobîlekê li paşiya kamyonekê da û di encamê de çar kes birîndar bûn.
Li Çerxerêya Taxa Anittepeyê ya girêdayî navçeya Omeriya Mêrdînê, otomobîlek û kamyonek li hev dan. Di bûyerê de otomobîla ku di rê de bû, li paşiya kamyonê da.
Di qezayê de çar kesên bi navên A. K. (50), H. B. A. (16), M. A. A. (52) û S. E. A. (10) ên di otomobîlê de bûn, birîndar bûn.
Çavkanî: Mardin İletişim Gazetesi