
MEBê pirtûka dersê ya pola 5an a kurdî (kurmancî) li ser EBAyê vekir
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî pirtûka dersê ya hilbijartî ya kurdî ji bo pola 5an bar kir li ser Torê Bîlîşîmê ya Perwerdehiyê.
MEBê di çarçoveya "Modela Maarifê ya Sedsala Tirkiyeyê" de pirtûka dersê ya hilbijartî ya kurdî (kurmancî) ya pola 5an li ser Tora Bîlîşîmê ya Perwerdehiyê (EBA) ji bo meşandinê vekir. Pirtûk bi navê "Pirtûka Pola 5an ya Kurdî-Kurmancî" li ser malpera eba.gov.tr hate parvekirin û ji aliyê heyeteke nivîskar û edîtorên pispor ve li gorî modela nû ya maarifê hate amadekirin.
Di çarçoveya projeyê de li gel pirtûka dersê, ji bo her polê pirtûkên xebatê û rêberên mamosteyan jî hatin amadekirin. Ji bo piştgirîkirina fêrbûna înteraktîf, beşeke mezin a metn, çalaki û temrînên di pirtûkê de hatine dengdan; xwendevan dikarin kodên QR yên li ser rûpelan bi telefona xwe bixwînin û rasterast li ser EBAyê bigehîjin naverokên bi deng.
Di pirtûkê de bi notayên xwe ve çar sitranên kurdî jî hene û ev sitran jî bi sîstema karekodê dikarin bên guhdarîkirin. Ev weşana wekî xeleka yekem a rêzeyê hate pênasekirin, MEBê ragihand ku dê ji bo polên 6an, 7an û 8an jî pirtûkên dersê yên kurdî werin weşandin û bi vê yekê materyalên dersa kurdî yên astê dibistana navîn dê bi tevahî temam bibin.
Çavkanî: Kurdistan24