
AK Partiyê pêşniyara qanûnê ya ku deynên primên GSSê jê dibe pêşkêşî TBMMê kir
AK Partiyê pêşniyareke qanûnê ku deynên primên Sîgorteya Tenduristiyê ya Giştî jê dibe, şand Serokatiya TBMMê.
AK Partiyê pêşniyara qanûnê ya ku deynên primên Sîgorteya Tenduristiyê ya Giştî (GSS) jî di nav de dihewîne, pêşkêşî Serokatiya TBMMê kir.
Pêşniyar, bi zêdekirina xalên demkî bo Qanûna Sîgorteyên Civakî û Sîgorteya Tenduristiyê ya Giştî, pêşbînî dike ku ew saziyên tenduristiyê yên zanîngehên dewletê yên ku di sala 2026an de peymana xizmetguzariyê li ser bingeha bihayê giştî çêkirine, ew mîqdara xizmetguzariya dermankirinê ya ku di binê mîqdara peymanê de maye, bê jêbirin. Mîqdara ku tê jêbirin dê bi budçeya Wezaretê bê dayîn û rêgezên wê jî bi dîtina Wezareta Xezîne û Darayî, ji aliyê SGKyê ve bê diyarkirin.
Her wiha tê diyarkirin ku ji tahsîlkirina deynên primên GSSê yên ku beriya 1ê Çileya 2017an nehatine dayîn, cezayên derengmayînê û zêdeyên wan, bi temamî tê destberdan. Ew primên ku heta wê dîrokê hatine dayîn jî, nayên vegerandin û nayên mehsûpkirin.
Çavkanî: Rûdaw