
Hişyariya Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan derbarê teserûfa enerjiyê û îthalata benzînê
Pezeşkiyan bal kişand ser wê yekê ku di şert û mercên şer de divê adetên xerckirina enerjiyê bên guhertin û pêşî li îthalata benzînê bê girtin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan beşdarî "Komxebata Enerjiyê ya Pêşengên Pêşketinê" bû ku li Zanîngeha Tehranê ji aliyê Teşkîlata Besîc a Xwendekaran ve hatibû organîzekirin. Di komxebatê de, bi behskirina pirsgirêkên ku welat di dema şer de pê re rû bi rû maye, diyar kir ku sektora enerjiyê yek ji girîngtirîn sernavên ku divê bê birêvebirin e.
Pezeşkiyan tekez kir ku divê çanda xerckirinê di bikaranîna çavkaniyên enerjiyê de bê guhertin. Serokkomar got ku salona komxebatê zêde hatiye germkirin û çira vekirî ne; wî anî ziman ku bi sûdwergirtina ji ronahiya xwezayî û li xwe kirina kincên stûrtir ji aliyê beşdaran ve, dikare pêdiviya germkirinê kêm bibe.
Serokkomar da zanîn ku di firotina petrolê û anîna dahatên dovîzê bo welat de pirsgirêk hene û di dabînkirina benzînê de zehmetî dikişînin. Wî anî ziman ku bi saya tedbîran îthalata benzînê nayê kirin, eger na dê neçar bimînin 12 milyar dolar xerc bikin û bal kişand ser girîngiya berdewamkirina tedbîrên heyî.
Çavkanî: Kurdistan24