PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Meteolojiyê ji bo 32 bajaran hişyariya koda zer da
Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ji ber ba û barana xurt ku îro tê piytanê, ji bo 32 bajaran hişyariya koda zer da.

Meteolojiyê ji bo 32 bajaran hişyariya koda zer da

Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ji ber ba û barana xurt ku îro tê piytanê, ji bo 32 bajaran hişyariya koda zer da.

Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ji ber ba û barana xurt ku îro tê piytanê, ji bo 32 bajaran ku Amed jî di nav de ye hişyariya koda zer da.

Li gorî nexşeya hişyariyê, ji bo bajêrên Amasya, Bilecik, Bursa, Edirne, Giresun, Gümüşhane, Stenbol, Kırklareli, Kocaeli, Ordu, Sakarya, Samsun, Sinop, Tekirdağ, Tokat, Trabzon û Yalovayê hişyariya bayê xurt; ji bo Çewlik, Bedlis, Êşê, Amed, Mûş, Sêrt, Dêrsim û Wanê hişyariya barana xurt; ji bo Hatay, Kastamonu, Mereş, Zonguldak, Bartın, Karabük û Osmaniyeyê jî ji ber barana bi birûsk hişyariya koda zer hat dayîn.

Hat diyar kirin ku barana xurt dikare bibe sedema lehiyê, ava zêde û erdhejînê; bayê xurt jî dikare bibe sedema firîna banan, ketina dar û dîrekan, jehrîbûna ji gaza sobeyan û pirsgirêkên di çûnûhatinê de. Ji ber vê yekê ji welatiyan hat xwestin ku bala xwe bidinê û hişyar bin.

Çavkanî: Tigris Haber

İlgili haberler