
Meteorolojiyê mîqdarê barîna baranê ya 24 saetên dawî li Şanliurfayê eşkere kir
Mîqdarê barîna barana gur a ku ji 29ê Cotmehê ve li navçeyên Şanliurfayê bandor dike, hat eşkerekirin.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, daneyên ku ji stasyonên pîvandinê yên barana gur a ku du roj in bi navber berdewam dike hatine bidestxistin, weşand.
Barîna herî zêde li Akçakaleyê hat tomarkirin; li navenda navçeyê ji bo her metrekareyekê 50,0 kîlogram, li stasyona Akçakale Koruklu GAP Toprak Su (TAGEM) 46,4 kîlogram hat pîvandin.
Mîqdarê baranê li navçeyên din: Li navenda navçeya Harranê 45,0 kîlogram, li gundê Yenice 29,9 kîlogram, li stasyona Ceylanpinar TIGEMê 42,7 kîlogram, li Pirsûsê 37,5 kîlogram, li Wêranşarê 25,4 kîlogram, li navenda navçeya Sêwregê 17,8 kîlogram; li Qada Radara Qerejdaxê 27,4 kîlogram, li gundê Alanyurt 27,2 kîlogram, li gundê Yeniceli 23,8 kîlogram. Li navenda bajarê Şanliurfayê 19,9 kîlogram, li Kampusa Osmanbey a Zanîngeha Xelîliyeyê 20,5 kîlogram, li Qerekopriyê 17,9 kîlogram, li Balafirgeha GAPê 14,8 kîlogram, li Xelfetiyê 14,0 kîlogram û li Bozovayê 12,2 kîlogram baran hat tomarkirin.
Navçeyên ku mîqdara baranê herî kêm lê barî Bêrecûk û Xelfetî bûn; li her du navçeyan jî ji bo her metrekareyekê 3,2 kîlogram baran barî.
Çavkanî: Urfanatik