Rojev

Meteorolojiyê ji bo bakur û rojhilatê Rihayê hişyariya barana xurt da
Li Rihayê ji êvarê pê ve li beşên bakur û rojhilat barana xurt û birûsk tê payîn.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê piştî baranên li Rihayê, hişyariyeke nû ya barana xurt weşand. Hat ragihandin ku ji êvarê pê ve li beşên bakur û rojhilatê bajêr barana xurt û birûsk tê payîn.
Tê texmînkirin ku mîqdara baranê wê di navbera 21-50 kîlogramî de be. Hat hişyarkirin ku dibe ku lehî, avketin, şemitîna axê, astengiyên di çûnûhatinê de, birûsk, bayê xurt di dema baranê de, barîna teyrokê û bager çêbibin.
Ev hişyarî her wiha diyar dike ku li herêmên Amed, bakurê Batmanê, Dêrsim, Çewlîg û Mûşê jî dibe ku baranên bi heman şidetê bi awayekî herêmî bibarin.
Çavkanî: Urfanatik