PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Ji Meteorolojiyê ji bo 13 bajaran hişyariya koda zer a baranê
Li 13 bajarên ku tê de barana xurt tê hişyarîya koda zer hat kirin.

Ji Meteorolojiyê ji bo 13 bajaran hişyariya koda zer a baranê

Li 13 bajarên ku tê de barana xurt tê hişyarîya koda zer hat kirin.

Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barana zêde ku li Kahramanmaraş, Hatay, Osmaniye, Stenbol, Balıkesir, Bursa, Çanakkale, Edirne, Kırklareli, Kocaeli, Tekirdağ, Yalova û bajaran tê hêvîkirin, hişyariya koda "zer" da.

Tê texmînkirin ku li Herêma Marmarayê ji saetên şevê pê ve li beşê Trakya, Stenbol, Kocaeli, Yalova, rojhilatê Bursa, peravên Egeyê yên Balıkesirê, peravên rojava yên Çanakkale û derdora Bergama û Dikili yên Îzmîrê bo her metreçargoşeyekê di navbera 21 û 50 kîlogramî de baran bibare.

Li Rojhilatê Deryaya Spî jî tê payîn ku baran û bager berbi nîvroya sibê ve bandora xwe zêde bike. Bi taybetî li derdora Osmaniye, peravên Hatayê û rojavayê Kahramanmaraşê barana xurt tê hêvîkirin.

Rayedaran ji bo her du herêman ji ber xetereyên wekî lehiya ji nîşkê ve, rabûna avê û astengiyên di çûnûhatinê de, ji welatiyan xwest ku baldar û bi tedbîr bin.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler