
Misirê bi Banka Cîhanî re peymana nû ya fînansmana geşepêdanê îmze kir
Hikûmeta Misirê ji bo zêdekirina berxwedana li hember şokên derve û piştgiriya reformên avahî, di çarçoveya qonaxa duyem a bernameya DPFê de bi Banka Cîhanî re peymaneke nû ya fînansmanê îmze kir.
Hikûmeta Misirê ji bo zêdekirina berxwedana aborî ya li hember şokên derve û piştgiriya reformên avahî, di çarçoveya qonaxa duyem a bernameya "Fînansmana Polîtîkayên Geşepêdanê" (DPF) de bi Banka Cîhanî re peymaneke nû ya fînansmanê îmze kir. Peyman, qonaxa duyem a bernameyeke berfireh a geşepêdanê pêk tîne ku tê de baştirkirina hawirdora veberhênanê, xurtkirina rola sektora taybet, zêdekirina karîgeriya rêveberiya darayî ya giştî û gavên derbasbûna bo aboriya kesk hene.
Di merasîma îmzekirinê de Wezîrê Karên Derve yê Misirê Bedr Ebdulati tekez kir ku ev gav beşek ji hewldanên dewletê yên ji bo berfirehkirina hevkariya bi saziyên darayî yên navneteweyî û herêmî re ye. Wî diyar kir ku di bin siya aloziyên jeopolîtîk û bandorên wan ên neyînî yên li ser aboriya cîhanî de, ew armanc dikin ku bi krediyên xwedî şertên guncaw piştgiriya aboriyê bikin û pêşbaziya wê zêde bikin.
Desteya Rêveber a Koma Banka Cîhanî, meha Gulanê ya borî pakêteke fînansmanê ya berfireh a bi nirxê 1 milyar dolarî ji bo Misirê pesend kiribû. Peymana ku îro hat îmzekirin, beşa duyem a rêze-piştgiriya darayî ya sê qonaxî temsîl dike.
Çavkanî: Kurdistan24