
Zavayê Mela Krekar Zana Rehîmî li Îngiltereyê di kontrola trafîkê de hat girtin
Zana Ebdulrehman Rehîmî yê zavayê Mela Krekar ku bi awayekî neqanûnî derbasî Îngiltereyê bûbû, li West Yorkshireyê di kontrola trafîkê ya rûtîn de hat girtin.
Polîsên trafîkê yên ku li herêma West Yorkshireyê dewriye digeriyan, otomobîlek ku çirayeke wê ne dişewitî sekinandin. Di encama kontrolkirina nasname û arşîvê de derket holê ku ajokar, zavayê Necmeddîn Ferec Ehmed ê 43 salî ye ku di raya giştî de wekî "Mela Krekar" tê naskirin, Zana Ebdulrehman Rehîmî ye. Rehîmî, tevî ku ketina wî ya bo Îngiltereyê bi awayekî qedexe bû, bi rêyên qaçax ên ji Fransayê derbasî welêt bûbû.
Rehîmî, berê di sala 2015an de li bajarê Derby yê Îngiltereyê bi operasyona polîsên dijî terorê hatibû girtin û li dijî radestkirina xwe derketibû. Îtiraza wî hatibû redkirin û Rehîmî bo Îtalyayê hatibû şandin, li wir bi tohmeta terorê hatibû darizandin û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Xezûrê wî Mela Krekar jî di sala 2020an de ji Norwêcê bo Îtalyayê hatibû şandin û 12 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Wezareta Karên Hundir a Îngiltereyê ragihand ku Rehîmî hatiye binçavkirin û di bin çavdêriyê de ye. Wezaretê diyar kir ku ew ê di zûtirîn dem de wî dersînor bikin û ketina wî ya bo welêt bi awayekî mayînde asteng bikin.
Çavkanî: Rûdaw