PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Li Tirkiyeyê bihayên sotemeniyê berdewam dadikevin
Ji bo bihayê mazotê 6,58 lîre erzanî hat kirin, ji bo benzînê jî erzanîya 1,86 lîreyî tê texmînkirin.

Li Tirkiyeyê bihayên sotemeniyê berdewam dadikevin

Ji bo bihayê mazotê 6,58 lîre erzanî hat kirin, ji bo benzînê jî erzanîya 1,86 lîreyî tê texmînkirin.

Daketina bihayên sotemeniyê berdewam dike. Piştî ku ji bo lîtreya mazotê 6,58 lîre erzanî hat sepandin, bihayê mazotê ku demekê li dora 100 lîreyî dihat firotin, daket binê 90 lîreyî.

Tê plankirin ku ji bo benzînê jî 1,86 lîre erzanî bê kirin. Bi vê erzanîyê re, tê texmînkirin ku li Stenbolê bihayê lîtreya benzînê bikeve binê 70 lîreyî.

Di nav sedemên sereke yên daketina bihayan de daketina bihayên petrolê, zêdebûna stokên petrolê û zêdebûna veguhastina bi rêya Tengava Hurmuzê hene. Buhayên sotemeniyê her wiha dikarin li gorî geşedanên li bazarên navneteweyî yên petrolê û guhertinên di rêjeya dovîzê de biguherin.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler