Rojev

MSB: Li Malatyayê Helîkoptera S-70 Ket, 4 Leşker Miyan Ziyanê
Li navçeya Yeşilyurtê ya Malatyayê di saet 18.45an de helîkoptera leşkerî ya cureyê S-70 ket û çar leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Yeşilyurtê ya Malatyayê li nêzîkî gundê Samanköyê, di saet 18.45an de helîkoptera leşkerî ya cureyê S-70 ket. Çar leşkerên di helîkopterê de bûn jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku sedema qezayê hêj nehatiye diyarkirin û ji bo leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane ji malbatên wan û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) re sersaxî xwest.
Li herêma ku qeza lê çêbûye, rayedarên ewlehî û leşkerî lêkolînan dikin.
Çavkanî: Rûdaw