PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê îdiayên şandina 15 hezar leşkeran bo Somaliyê red kir
Berdevkê Wezareta Berevaniya Neteweyî ragihand ku îdiaya şandina 15 hezar leşkeran bo Somaliyê ne rast e.

Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê îdiayên şandina 15 hezar leşkeran bo Somaliyê red kir

Berdevkê Wezareta Berevaniya Neteweyî ragihand ku îdiaya şandina 15 hezar leşkeran bo Somaliyê ne rast e.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) Tugamîral Zekî Aktürk, di civîna çapemeniyê ya heftane ya li ser keştiya TCG Savarona de ku di çarçoveya 10ê Mijdarê Roja Bîranîna Ataturk û Hefteya Ataturk de hat lidarxistin, diyar kir ku îdiayên derbarê şandina 15 hezar leşkeran bo Somaliyê bêbingeh in.

Aktürk tekez kir ku Hêza Erkê ya Somalî-Tirk û Fermandariya Yekîneya Hewayî ya li Somaliyê, bi çalakiyên alîkariya leşkerî, perwerde û şêwirmendiyê berdewam in li ser zêdekirina kapasîteya Somaliyê ya di şerê li dijî terorê de. Wî her wiha anî ziman ku ew gotegotên dibêjin li ser daxwaza Somaliyê 15 hezar leşker dê ji aliyê Tirkiyeyê ve bên şandin, rastiyê nîşan nadin.

Piştî civînê, derbarê keştiya TCG Savarona de agahî dan rojnamevanan.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler