
Li Muradiyeyê Civîna Agahdarkirinê ya Projeya Jîngehên Fêrbûna Derveyî Dibistanê Hat Pêkanîn
Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Muradiyeyê, di çarçoveya projeyê de mamoste û rêveberên dibistanan anîn ba hev.
Li navçeya Muradiyeyê ya Wanê, di çarçoveya "Projeya Jîngehên Fêrbûna Derveyî Dibistanê" ya ku ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Muradiyeyê ve tê birêvebirin, civîneke agahdarkirinê hat lidarxistin. Rêveberên dibistanan, mamosteyên ku di projeyê de cih digirin û Midûrê Şaxê Muhsîn Demîr beşdarî civînê bûn.
Di civînê de derbarê armanca projeyê, pêvajoya cîbicîkirinê û xebatên ku wê li dibistanan bên kirin de agahiyên berfireh hatin dayîn. Tê armanckirin ku xwendekar di qadên civakî, çandî, dîrokî û xwezayî yên derveyî polê de ezmûna fêrbûnê bi dest bixin, zanîna teorîk bi jiyana rojane re bên girêdan û fêrbûn bibe tiştekî mayînde.
Beşdaran derbarê plankirina xebatên ku wê di çarçoveya projeyê de bên kirin, dabînkirina koordînasyona di navbera dibistanan de û berpirsyariyên mamosteyan de nirxandin kirin. Hat tekez kirin ku ji bo cîbicîkirina bi bandor a projeyê, divê rêveberên dibistanan û mamoste bi hevkariyê tevbigerin.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi