
Ji Rêveberiya Emniyeta Navçeya Muradiyeyê ji bo Xwendekaran Perwerdeya Emniyet û Ewlehiyê
Li Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anatoliyê ya Kazım Karabekir (MTAL) a li navçeya Muradiyeya Wanê, ji 86 xwendekaran re li ser mijarên polîsiyê, ewlehiya trafîkê û ewlehiya înternetê perwerde hat daitn.
Personelên Rêveberiya Emniyeta Navçeya Muradiyeyê, li Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anatoliyê ya Kazım Karabekir (MTAL) bi beşdariya 86 xwendekaran bernameyeke perwerdeyê li dar xist.
Di bernameyê de pîşeya polîsiyê hat nasandin; erk û berpirsiyarî, qadên xebatê û giringiya peywendiya bi welatiyan re hatin vegotin.
Di beşa ewlehiya trafîkê de, li ser xetereyên ku dikarin di trafîkê de derkevin pêşiya wan, mecbûriyeta guhdana rêzikên trafîkê û berpirsiyariyên peya û ajokaran agahî dan xwendekaran.
Beşeke din a perwerdeyê li ser karanîna ewle ya înternetê bû; parastina agahiyên kesayetî, tiştên ku di karanîna medyaya civakî de divê bal bê dahanîn û xetereyên ku di qada dîjîtal de dikarin derkevin holê hatin nirxandin.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi