Rojev

Li Mûşê pîkap wergeriya: 2 mirî, 3 birîndar
Li Mûşê pîkapek ku nekarî xwe ji zivirokê (vîrajê) bifetilîne wergeriya, du kesan jiyana xwe ji dest da û sê kes jî birîndar bûn.
Li nêzîkî devera Kurtuluşê ya ser bi bajarokê Qizilaxacê yê li navenda Mûşê, pîkapa bi plaqeya 48 UU 358 ku ji Êlihê ber bi Mûşê diçû, nekarî xwe ji zivirokê bifetilîne û wergeriya. Tîmên tenduristiyê, cendirme û AFAD sewqî cihê bûyerê bûn.
Ji pênc kesên di wesayîtê de F.A. û A.A. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Şofêr İ.A., A.A. û M.A. jî birîndar bûn. Birîndar, piştî midaxeleya yekem bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û hatin dermankirin.
Derbarê qezayê de lêkolîn hate destpêkirin.
Çavkanî: Kurdistan24