PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Cîhan
Cîhan

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed: Li kampan neft nehatiye belavkirin
Mûsa Ehmed diyar kir ku hikûmeta Iraqê tevî destpêkirina zivistanê neft li kampên Herêma Kurdistanê belav nekiriye û alîkariyên navdewletî kêm bûne.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed: Li kampan neft nehatiye belavkirin

Mûsa Ehmed diyar kir ku hikûmeta Iraqê tevî destpêkirina zivistanê neft li kampên Herêma Kurdistanê belav nekiriye û alîkariyên navdewletî kêm bûne.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser belavnekirina neftê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li kampên Herêma Kurdistanê û kêmbûna alîkariyên navdewletî ket nav tevgerê. Mûsa Ehmed di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê 8ê Mijdara 2026an de ragihand ku tevî ku werzê zivistanê dest pê kiriye jî, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve qet neft li kampan nehatiye belavkirin.

Ehmed diyar kir ku wan gelek caran daxwaza alîkariyê ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê kiriye, lê belê soz û erkên hatine dayîn nehatine cih. Wî da zanîn ku Neteweyên Yekbûyî û saziyên din yên navdewletî asta alîkariyên xwe kêm kirine û alîkariya ji bo koçber û penaberan kêm maye.

Dezgehê eşkere kir ku alîkarî tenê bi penaberên di kampan de sînordar nînin, nêzîkî %35ê penaberan di kampan de û %65ê wan jî li derveyî kampan dijîn û piştgirî ji bo van kesan jî tê kirin. Ehmed bal kişand ser giringiya piştgiriya mirovên xêrxwaz û ragihand ku bi rêya nûnera DYA û Kanadayê Xunav Emîn, dê di Kongresa DYAyê de bernameyek bi navê "Parêzvanê Mirovahiyê" bê pêşkêşkirin û ji bo bîranîna Pêşmerge û leşkerên Amerîkî yên ku jiyana xwe ji dest dane, rêz li ber wan bê girtin.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler