
Serokê Giştî yê PWK’ê Ozçelîk: Ser mala wî de girtin, 10 kes hatin desteserkirin
Li Amed, Riha, Êlih, Îdir, Enqere û Stenbolê operasyon li dijî HEVBENDÎ’yê hatin kirin û 10 kes hatin desteserkirin.
Li Amed, Riha, Êlih, Îdir, Enqere û Stenbolê vê sibehê bi armanca HEVBENDÎ’yê (Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê) operasyon hatin kirin. Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ragihand ku di operasyonê de 10 kes hatine desteserkirin.
Ozçelîk da zanîn ku saet di 06.00’an de li Stenbolê ser mala wî de girtine û di malê de tenê diya wî hebûye, polîsan derbarê biryara desteserkirinê de agahî xwestine. Bi agahiya ku ji dayikê gihîştiye, parêzerê wî hatiye malê, li malê lêgerîn hatiye kirin, tutanak hatiye girtin û ji malê derketine.
HEVBENDÎ, di 9’ê Mijdara 2026’an de bi konferansa li Amedê hatibû ragihandin; di konferansê de meclîseke ji 51 kesan hatibû hilbijartin. Ozçelîk diyar kir ku ev operasyon nîşaneya bêsebirî ya Dewleta Tirkiyeyê ya li hember têkoşîna azadiyê ya miletê Kurd e û daxwaz kir ku kesên hatine desteserkirin demildest bên berdan.
Çavkanî: Kurdistan24