
Karkirin li Balafirxaneya Navdewletî ya Mûsilê %98 Temam Bû, Li Hêviya Peymana Bişxistinê ye
Wezareta Veguhastinê ya Iraqê ragihand ku projeya Balafirxaneya Navdewletî ya Mûsilê %98 temam bûye û proseya peymanê li gel kompaniyek navdewletî ji bo bişxistina wê berdewam e.
Peyvdarê Wezareta Veguhastinê ya Iraqê Elî Xalidî diyarkir ku %98ê karên ji bo jinûve vekirina Balafirxaneya Navdewletî ya Mûsilê temam bûne û proseya peymanê li gel kompaniyek navdewletî ji bo bişxistina balafirxaneyê berdewam e. Kar ji aliyê kompaniyên Tirkî yên bi navê 77 û TAV hatine kirin û hemû avahî û amûrên pêwîst hatine wergirtin.
Balafirxane hatine dîzaynkirin ku di salê de kapasîteya veguhastina 500 hezar rêwî û zêdetirî 25 hezar ton bar hebe. Rêya balafirê 350 metre hat dirêjkirin û dirêjahiya wê ya giştî gihîşt 3 hezar metreyî. Sîstemên radarê yên nûjen, cîhazên diyarkirina rê û aliyê balafirê û sîstemên ronahiyê yên pola CAT II hatine danîn, ji bo beşa agirvemirandinê jî wesayît û amûrên taybet hatine veqetandin.
Yekeyek girêdayî Wezareta Navxwe ya Iraqê dê ji ewlehiyê berpirsiyar be û yekeyên tenduristî, ewlehiya neteweyî, îstixbarat, pasaport, gumruk û vîzeya elektronîk li balafirxaneyê hatine bicîhkirin. Piştî serdana Serokwezîr Elî Falih Zeydî di 12ê Çiriya Pêşîn a 2026an de, biryar hat wergirtin ku di nav 60 rojî de ji bo bişxistina balafirxaneyê li gel kompaniyek pispor a navdewletî peyman bê îmzakirin. Pêşniyar ji bo erêkirina dawî ji Nivîsgeha Serokwezîriyê re hat şandin.
Balafirxaneya Mûsilê di sala 1920an de ji aliyê Brîtaniyan ve hatibû çêkirin, di sala 1922an de ji bo geştên sivîl hatibû vekirin û di sala 2014an de piştî ku ketibû destê DAIŞê hatibû xerabkirin. Karên jinûve avakirinê li ber temambûnê ne û armanc e ku balafirxane ji bo geştên navdewletî bê vekirin.
Çavkanî: Rûdaw