
Bi Müzekartê Salane Bi 300 TL'yî Zêdetirî 350 Muze û Cihên Dîrokî Hên Ziyaretkirin
Wezareta Çand û Turîzmê bi 300 TL'yî derfetê dide ku mirov salekê serdana zêdetirî 350 muze û cihên dîrokî yên li seranserê Turkiyeyê bike.
Wezareta Çand û Turîzmê sepana Müzekartê xist di xizmetê de ku bi heqê salane ê 300 TL'yî mafê ziyaretkirina zêdetirî 350 muze û cihên dîrokî yên li seranserê Turkiyeyê dide. Kart di nav salekê de ji bo her cihî derfeta du caran ketinê dide, di heman demê de tê plankirin ku nasnameyên T.C.yê jî li cihê Müzekartê bêne bikaranîn. Mirov dikare heqê wê di ser e-Devletê re an jî bi sepana mobîl bide.
Li Malatyayê di nav cihên sereke yên ku di çarçoveya Müzekartê de dikarin bêne ziyaretkirin de, Girê Arslantepeyê ku di sala 2021an de ketibû Listeya Kelepora Cîhanê ya UNESCOyê û Muzeya Arkeolojiyê ya Malatyayê ya li navenda bajêr hene. Girê Arslantepeyê derbarê pergalên rêveberiyê û dewletbûna zû de agahiyan dide, muzeya arkeolojiyê jî berhemên ku ji kolanên li herêmê hatine bi dest xistin nîşan dide.
Di listeya nû ya Wezaretê de Muzeya Bîranînê ya Atatürk û Etnografyayê, Muzeya Etnografyayê ya Beşkonaklarê û Mala Malatyayê ya Kevneşopî jî bi bêheqî cih digirin; lê tê gotin ku ev herdû muze niha ji bo ziyaretê girtî ne.
Çavkanî: Malatya Güncel