
Nêçîra Peyvên Kurdî
Divê her kurdekî bîrewer bibe nêçîrvanê peyvên zimanê kurdî û wan ji nava tirkî û erebî vegerîne Ferhenga Kurdî.
Îro ziman û çanda kurdî di xetereke pir mezin de ne. Zimanê tirkî û yê erebî ji peyv û hevokên zimanê kurdî hatine mişt bûne. Divê her kurdekî bîrewer bibe nêçîrvanê peyvên zimanê kurdî.
Eger kurd xwedîtî li zimanê xwe nekin, eger li peyv, bêje, wişe û gotinên bav û kalên xwe neparêzin, kesine din nayên û nabin nêçîrvanên peyvên zimanê kurdî.
Divê her kurd bibe nêçîrvanek û li nêv zimanê tirkî û yê erebî bigere. Di nava erebî û tirkî de dema peyvên kurdî, bêje û bwêjên kurdî bibîne, dîsa wan vegerîne nêv Ferhenga Kurdî.
Piraniya kurdên Bakûr rind zagon û tewrên zimanê tirkî dizanin. Dema nivîseke bi tirkî bixwînin, bila rind lê bisêwirin û werbêja peyvên tê de bikin. Çi peyv û bwêjeke ku li çanda tirkî nebane, bizanibin ku ew ji zimanê kurdî hatiye çoqandin.
Jixwe tirk dibêjin ku di peyveke tirkî de ger "ses uyumu" nebe, ew peyv ne tirkî ye. Yan jî di dawiya peyvan de ger tîpên B, C, D û G hebin, herweha ger di pêşiya peyvan de tîpên M û J hebin, ew peyv ne yên Ferhenga Tirkî ne.
Eger kurdên bîrewer di vî warî de berpirsyariya xwe bi cih bînin, dê wargeha xwe di nava qulçavkên nexşeya dewletên dinyayê de şên bikin û di dilê xelkê xwe de jî şêrîn bibin. Yanena, ew jî dê bibin kurdek ji kurdên li jiyanê ku razîbûna xwe bi her tiştî aniye.
Xwedayê mezin piştevan û alîkarê ziman û çanda kurdî be.