
Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîra Dewletê ya Almanya Reem Alabali-Radovan civiya
Serokê Herêma Kurdistanê ligel Wezîra Dewletê ya Almanya bo Karûbarên Koçberan û Penaberan û şanda pê re, derbarê peywendiyên Iraq û Kurdistanê, veberhênan û geşepêdanê de gotûbêj kirin.
Di hevdîtina ku li Hewlêrê hat kirin de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîra Dewletê ya Almanya bo Karûbarên Koçberan û Penaberan Reem Alabali-Radovan û şanda pê re pêşwazî kir. Di civînê de endamên Parlamentoya Almanya, berpirsên wezaretê û karbidestê karûbarên balyozxaneya Almanya li Bexdayê jî amade bûn.
Di hevdîtinê de, peywendiyên Almanya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşxistina hevkariya hevbeş di warên geşepêdan, aborî û veberhênanê de û berdewamiya piştgiriya Almanya bo herêmê hatin gotûbêjkirin. Barzanî ji bo piştgiriya Almanya ya di warên cuda de spasiya wan kir û daxwaza xwe ya ji bo berfirehkirina peywendî û hevkariyan anî ziman.
Wezîra Dewletê ya Almanya Reem Alabali-Radovan kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana herêmê nîşan da û tekezî li ser biryardariya xwe ya ji bo berdewamkirina piştgirî û hevkariyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê di warên aborî, geşepêdan û aramiyê de kir. Di hevdîtinê de herwiha rewşa Êzidiyan, pêşhatên dawî yên li herêmê û mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş hatin gotûbêjkirin. Konsulê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bû.
Çavkanî: Rûdaw