
Nêçîrvan Barzanî di COP31 de tevî Guterres, Von der Leyen û Yaşar Güler civiya
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya COP31 a li Antalyayê de tevî Sekreterê Giştî ê NYê Guterres, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Von der Leyen û Wezîrê Parastinê ê Tirkiyeyê Yaşar Güler re civînên cuda pêk anîn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Lûtkeya Guherîna Avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) a li Antalyayê de tevî Sekreterê Giştî ê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula von der Leyen û Wezîrê Parastinê ê Tirkiyeyê Yaşar Güler re hat ba hev.
Barzanî û Guterres rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên dawî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û alozîyên li herêmê gotûbêj kirin. Her du rêberan li ser kêmkirina aloziyan, parastina aştî û aramiyê û çareserkirina pirsgirêkan bi riya diyalogê li hev kirin.
Di civîna tevî Von der Leyen de, peywendiyên Yekîtiya Ewrûpayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatin nirxandin. Hat biryardan ku hevkarî di gelek babetan de bi taybetî di têkoşîna dijî guherîna avûhewayê û parastina jîngehê de bê berfirehkirin û girîngiya berdewamiya aştiya herêmî hat teqezkirin.
Di civîna tevî Yaşar Güler de jî geşedanên leşkerî û ewlehiyê yên li herêmê hatin axaftin. Hat diyar kirin ku hevrêziya ewlehiyê ya hevpar a di navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê de ji bo ewlehiya sînoran û aramiya herêmê gelekî girîng e.
Çavkanî: Kurdistan24