
Neçîrvan Barzanî ji bo Lûtkeya Serokên COP31 gihîşt Antalyayê
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, bi vexwendina Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan, di 10ê Mijdarê de beşdarî Lûtkeya Serokên COP31 bû ku li Antalyayê tê lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ji bo beşdarbûna Lûtkeya Serokên Cîhanê ya Konferansa 31emîn a Aliyên Peymana Çarçove ya Guherîna Îklîmê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31), êvara roja Sêşemê 10ê Mijdarê gihîşt Antalyayê. Barzanî dê di rûniştinên ku sibe dest pê dikin û du rojan berdewam dikin de cih bigire.
COP31, di navbera 9-20ê Mijdarê de li Navenda Pêşangeha Antalyayê tê lidarxistin û wekî yek ji lûtkeyên herî girîng ên jîngehê yên cîhanê tê qebûlkirin ku tê de nexşerêya têkoşîna li dijî germbûna gerdûnî û krîza îklîmê tê diyarkirin. Heyetên ji nêzîkî 200 welatan û gelek serokên dewlet û hikûmetan beşdarî lûtkeyê dibin.
Çavkanî: Kurdistan24