
Nêçîrvan Barzanî Ji Bo Alîkariya Lezgîn Ji Bo Qurbaniyên Lafa Hewlêrê Ferman Da Parêzgehê
Serokê Herêma Kurdistanê piştî lafa li Hewlêrê daxwaz kir ku alîkariya lezgîn ji bo qurbaniyan bê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja yekşemê 8ê Mijdarê bi rêya telefonê li gel Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw axvî. Di peywendiyê de, encamên lafa piştî barana bihêz a şeva borî li Hewlêra paytext û karên alîkariyê hatin nirxandin.
Barzanî sersaxî da malbatên kesên ku di lafê de jiyana xwe ji dest dane û ferman da ku hemû pêdiviyên welatiyên zirar dîtine bi lezgînî ji wan re bên şandin. Her wiha teqez kir ku divê Parêzgeha Hewlêrê û saziyên peywendîdar bêyî derengketin her cûre alîkarî û piştgiriyê bidin welatiyên zirar dîtine.
Parêzgar Umêd Xoşnaw li ser rewşa dawî ya bajar, karên diyarkirina ziraran û tedbîrên lezgîn ên li ser erdê agahiyên berfireh dan. Xoşnaw ji bo xemxwarî û girîngîdanê spasiya Barzanî kir û diyar kir ku ji deqîqeya yekê ya krîzê ve ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.
Çavkanî: Kurdistan24