
Barzanî û Kalın li Antalyayê di Çarçoveya COP31ê de Ewlehiya Herêmî Gotûbêj Kirin
Serokê MÎTa Tirkiyeyê Îbrahîm Kalın û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya lûtkeya COP31ê de li Antalyayê ewlehiya herêmî û têkoşîna dijî terorê gotûbêj kirin.
Serokê Teşkîlata İstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalın û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Lûtkeya COP31ê de ku li Antalyayê hate lidarxistin, hatin cem hev. Di civînê de mijarên ewlehiya herêmî, têkoşîna hevpar a dijî terorê û hevkariya di gelek aliyan de hatin girtin dest.
Kalın bal kişand ser giringiya stratejîk ku Tirkiye dide aramî, geşbûn û ewlehiya Iraqê. Wî diyarkir ku têkilî, diyalog û koordînasyona nêzîk a di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de ji bo îstîqrara herêmê roleke gelekî girîng dilîze.
Di dawiya civînê de hate lihevkirin ku mekanîzmayên koordînasyon û şêwirmendiyê yên di navbera saziyan de, bi taybetî di warê ewlehî û têkoşîna dijî terorê de di hemû qadan de bi biryardarî berdewam bikin.
Çavkanî: Kurdistan24