
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya COP31 de li Antalyayê legel Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan civiya
Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî di lûtkeya keptûhewayê ya COP31 de legel Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan li ser hevkariya herêmî û aştiya domdar axivî.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja Pêncşemê 12ê Mijdara 2026an di çarçoveya Lûtkeya Keptûhewayê ya COP31 de ku li Antalyayê hate lidarxistin, legel Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan civiya.
Di civînê de pêşxistina peywendiyên di navbera Hewlêr, Bexda û Tehranê de, geşedanên herêmî û giringiya hevkariyê ji bo peydakirina aştiya domdar hatin nirxandin. Her du aliyan teqez kirin ku divê peywendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê legel Îranê bêne xurtkirin û li ser bingeha berjewendiyên hevpar koordînasyona di beşên cuda de bêtir bibe.
Barzanî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de got: "Vê sibehê li Antalyayê min legel Serokkomarê Birêz Mesûd Pezeşkiyan civîneke berhemdar reva kir. Me li ser rewşa niha ya peywendiyên duqolî yên di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Îranê de dîtinên xwe guhartin. Me giringiya domandina koordînasyonê û xebatên hevpar ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên herêmî teqez kir. Em li ser wê yekê bûn yekdeng ku diyalog, têgihiştina hevbeş û hevkarî riya herî baş e ji bo gihîştina aştiya domdar û aramiya herêmê."
Her du aliyan her weha diyar kirin ku şer û pevçûn xizmeta berjewendiya ti alî nakin û di çareserkirina pirsgirêkan de diyalog, têgihiştina hevbeş û riyên dîplomatîk rêbazên herî rast in. Hate ragihandin ku ev civîn dê bibe alîkar ji bo bihêzkirina gavên ku xizmeta ewlehî, aramiya herêmê û berjewendiyên gelan dikin.
Çavkanî: Rûdaw